TR KU SO
FB X
Kurdistan

Keşnasiyê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da

Admin H
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2026 15:15

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê di pêşbîniya xwe ya 5 rojên pêş de ragihand ku tê çaverêkirin ji roja sêşemê ve li gelek herêman baranên gur ên bi brûsk bibarin.

Li gorî daxuyaniyê bandora van baranan dê li herêmên Marmara, Ege, Deryaya Spî û Anatolyaya Navîn ên Tirkiyeyê û her wiha li gelek deverên Bakurê Kurdistanê heta roja pêncşemê berdewam bike.

Ji bo îro piştî nîvro jî hate diyar kirin ku li parêzgehên Çewlîg û Mêrdînê baranên herêmî tên pêşbînîkirin.

Parve bike: