Kurdistan
Ket ava kanalê lê pêlên avê wî bi xwe re bir
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Farqînê xortekî xwest xwe di ava kanalê de hînik bike û ket avê. Lê piştî demekî ket ber pêlên avê û di avê de wenda bû. Li ser agahdarkirina ciyên pêwendîdar 112, AFAD, ANDA û tîmên noqavê yên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê.
Lêgerîna tîmên rizgarkirinê heya niha dewam dike lê xortê wendayî yê bi navê Mehmet Oğurlu heya niha nehat dîtin.