Kiliçdaroglu: Em ê kar bidin mamosteyên Kurdî
PeyamaKurd – Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku ew ê di bin banê ÎSMEKa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de kursên kurdî vekin û ji bo vê jî ew dê kar bidin mamosteyên Kurdî.
Kemal Kiliçdaroglu di bernameya ‘Hakkı Savunanlar Platformu’ (Platforma Parêzvanên Heqiyê) de bi mamosteyên Ziman û Edebiyata Kurdî re civiya.
Kiliçdaroglu li wir got:
“Pirsgirêka perwerdehiya zimanê zikmakî bêguman dikare were çareserkirin. Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafê xwezayî yê her kesekî ye.”
Serokê CHPê diyar kir ku wê di bin banê Kursên Perwerdehiya Pîşeyî û Hunerî li Stenbolê (ÎSMEK) de kursên Kurdî vebin. Kiliçdaroglu herwiha da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ji bo kesên kal û pîr ku ji bilî Kurdî bi zimanekî din nizanin xizmeta bi Kurdî bê dayîn.
Kiliçdaroglu, “Eger ew kar nedin mamosteyên Kurdî, em dê wan li şaredariyên xwe bixin kar.”