TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kilicdaroglu li Wanê axivî: ‘Ez ê xerabeta qeyûman bi temamî bidawî bînim’

Admin H
Nivîskar
📅 02 gulan 2023 23:44

PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu, îro 2yê Gulanê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê mîtîngeke mezin a bangeşeya hilbijartinê saz kir.

Kemal Kilicdaroglu ligel Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu beşdarî mîtînga hilbijartinê bû û rastî eleqeyeke mezin hat.

Kilicdaroglu di axaftina xwe de peyamên dadwerî û hiqûqê dan û got ku qet gumanan nekin ez ê bi temamî dawiyê li xerabeta qeyûman bînim.

Serokê Giştî yê CHPê û namzedê serokomariyê Kilicdaroglu herwiha diyar kir, “Soza min bo mirovên wî welatî heye. Em ê aştî û aramiyê werînin vî welatî. Wê ji bo ti kesî ji ber bawerî û nasnameya xwe cudaxwazî neyê kirin.”

Hêjayî gotinê ye, ji ber ku HDP/Yeşil Sol Parti piştgiriya xwe bo namzediya Kilicdaroglu ya serokomariyê ragihandine, li qada mîtingê al û sembolên Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) hatin hildan û dirûşmên azadkirina Selahattîn Demirtaş hatin gotin.

Parve bike: