TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kobanî | Dewriyeya Rûs-Tirk dîsa bi keviran hat pêswazîkirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 mijdar 2019 18:50

PeyamaKurd – Îro li gundên rojhilatê Kobanî, polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirkiyê dewriya hevbeş dan destpêkirin.

Dewriya artêşa Tirkiyê ji gundê Maris Mîle (Merc Ismaîl) derbasî axa Sûriyê bû û bi polîsên Rûsya re berê xwe dane gundên rojhilatê Kobaniyê.

Xelkê gundên Kobaniyê kevir li dewriyeyê dan û hatina artêşa Tirkiyê li ser axa xwe protesto kirin.

Tirkiye û Rûsya di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya 22yê Cotmehê de, ev demeke di nav erdên Rojavayê Kurdistanê de dewriyeyên çavderiyê digerînin.

Parve bike: