Kurdistan
Kobanî | Li sûna Amerîkayê Rûsya li baregehê bicih bû
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, hemû hêzên xwe ji baregeha Sirîn a başûrê Kobanî vekşand û li şûna wan jî hêzeke Rûsyayê bicih bû.
Hat ragihandin ku li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, îro sere sibehê, Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî 50 serbazên xwe yên ku li baregeha Sirîn a serbazî li başurê bajarê Kobanî mabûn jî vekşand û baregeh bi tevahî hat valakirin.
Piştî vekşandina tevahiya hêzên Amerîkî ji wê bingehê, balafirên Rûsyayê çavdêriya baregehê kirin û 5 zirîpoşên Rûsyayê derbasî nava baregehê bûn.
Hêjayî gotinê ye, doh jî nêzîkî 120 wesayîtên leşkerî ji baregeha Sirîn a leşkerî di bin çavdêriya firokeyên Hevpeymaniyê de vekişiyabûn.