TR KU SO
FB X
Kurdistan

Koçberekî Kurd ji ber sermayê li ser sînorê Polanda û Almanyayê can da

Admin L
Nivîskar
📅 24 mijdar 2021 13:31

PeyamaKurd – Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê bi navê Bextiyar Mûsazade, do ji ber sermayê li devereke sînorî ya navbera Polanda û Almanyayê can da.

Koçberê Kurd Bextiyar Mûsazade, beriya niha li Kampa Barîke ya penaberên Rojhilatê Kurdistanê ya li parêzgeha Silêmaniyê niştecî bû û tevî koçberên ku ji bo biçin Yekîtiya Ewropayê berê xwe dane Belarûsê, bi rê ketibû.

Li gor zanyariyan, Mûsazade piştî derbasbûna ji sînorê Belarûsê, li ser sînorê navbera Polanda û Almanyayê ji ber sermayê can da.

Parve bike: