TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kolberê Kurd ê birîndar çavekî xwe jî ji dest da

Admin L
Nivîskar
📅 04 adar 2022 14:31

PeyamaKurd Kolberê Kurd ê ji bajarê Serdeştê yê Rojhilata Kurdistanê ku di encama mayinekê de birîndar bûbû, çavekî xwe jî ji dest da.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, kolberê 24 salî “Fuad Mehdî Îbrahîmiyan”, welatiyê bajarê Serdeştê ye û bi sedema teqîna mayineke li ser sînorê bajarê “Bane”yê, lingê xwe yê rastê ji dest dabû, çavê xwe yê çepê jî ji dest da.

Çavkaniyekê ji ajansa “Kurdpa” yê diyar kiriye: “Çavê wî kolberê Kurd ê çepê li nexweşxaneya “Nîkokarî” li bajarê “Tewrêzê”, hatibû neştegerî kirinê, lê bi sedema kurahiya birînên bi sedema teqîna mînê, çavê xwe yê çepê jî ji dest da.

Herwisa wê çavkaniyê eşkerek kiriye, ew Kolber li nexweşxaneya “Îmam Reza” li bajarê “Tewrêzê” li bin tedawiya pizîşkî de ye.

Lingê wî kolberê Kurd yê rastê di nexweşxaneya “Îmam Reza” ya li bajarê “Tewrêzê” de, piştî neştergerîkirinê hate birîn û herwisa çavê wî kolberê Kurd yê çepê li roja Yekşemî 8`ê Reşemê di nexwşxaneya “Nîkokar” li bajarê “Tewrêzê” neştergerî bo hatibû kirin.

Parve bike: