TR KU SO
FB X
Kurdistan

Koma çekdar bi ser gundê Efrînê de girt û bac li ser gundiyan ferz kir

Admin H
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2019 23:45

PeyamaKurd – Kiryarên revandin, kuştin, dizî, fîdye, îşkence û ferzkirina bacê li ser şêniyên Efrînê ji aliyê komên çekdarên alîgirên artêşa Tirkiyê ve berdewam dikin.

Herî dawî komeke çekdar ya bi navê “El-Muntasêr Billeh” bi ser xaniyên gundê Qûpê yê bajaroka Reco ya Efrînê de girt û li ser her xaniyekî, bi mebesta parastina wan, bac ferz kir.

Heta niha çarenûsa bi dehan şêniyên bajaroka Mabata yên hatibûn revandin jî nediyar e û ji bo serbest berdana wan jî ji malbatan serê her kesekî revandî 150 hezar lîreyên Sûrî tê xwestin.

Parve bike: