TR KU SO
FB X
Kurdistan

Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê mal û zeviyên sêniyên Girê Spî sewitandin

Admin L
Nivîskar
📅 03 hezîran 2021 19:29

PeyamaKurd - Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, mal û zeviyên şêniyên gundê Sironcê yên li Rojavayê Girê Spî gulebaran kirin û şewitandin.

Komên çekdar ên girêdayî Tirkî, do bi şev bi çekên giran mal û zeviyên şêniyên gundê Sironcê yê 15 kîlometre li rojavayê Girê Spî ye, kirin armanc û di encama topbaranê de, zeviyên gundiyan hatin şewitandin.

Li gorî çavkaniyên xwecîhî, ji bilî şewata zêde ya zeviyan, gelek mal jî wêran bûn.

Parve bike: