Kurdistan
Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ser kirin: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li gundewarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, li ser dabeşkirina genimê Kurdên Efrînê şer kirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirova ya Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo diyar kiriye, roja Sêşemê, 14ê meha Hezîranê de, li gundê Firêriyê yê ser bi nahiyeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê, di navbera komên çekdar ên ser bi Tirkiyê de şer û pevçûn derketin.
Îbrahîm Şêxo eşkere kiriye, ew şer û pevçûn bi sedema nakokiya komên çekdar bûn, derbarê dabeşkirin mûsimê îsal ji berhmên çandiniyê yên genimê Kurdên Efrînê.
Şêxo di berdewamiyê de eşkere kiriye, di encamê de jî 3 kes ji Eşîra Cemelan hatin kuştin û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.