Komîteya Belgekirina Tawanên Dijî Gelê Kurd bang li civaka navdewletî kir
PeyamaKurd - Komîteya Belgekirina Tawanên Qirkirinên Komî yên li Dijî Gelê Kurd ku li Rojavayê Kurdistanê dest bi kar kiriye, bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê li kiryarên dewleta Tirkiyê bikin û lêpirsînê bidin destpêkirin.
Komîteyê derbarê binpêkirin û tawanên şer ên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dewleta Tirk û çekdarên wê bi kiryarên xwe zagon û pîvanên navdewletî binpê dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em komîteya belgekirina sûcên qirkirina komî yên li dijî gelê Kurd me erka belgekirina sûcên li djiî pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî girtiye ser xwe. Bi rêya gerên meydanî û serdana ji kesên ji ber bikarîna çekên qedexekirî zerar wê sûcên dagirkeriyê werin belgekirin.
Piştre her kesên ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên berê sûcên şer û komkujî, bikaranîna çekên qedexekirî ziyan dîtine dê belgeyê îmze bikin.
Piştî komkirina îmzeyan em ê lîsteya gilînameyên ji aliyê kesên zerar dîtine hatiye îmzekirin ji dadgeha cînayetên navdewletî, dadgeha mafên mirovan a Ewropî pêşkêş bikin. Da ku dewleta Tirk û çeteyên wê werin dadgehkirin û cezayên xwe li gorî zagon û pîvanên navdewletî bistînin.”