Komîteya Koçberên Serê Kaniyê şandina karwanên nû rawestand
PeyamaKurd - Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan hemû amadekariyên ji bo şandina karwanên nû yên vegerê bo Serê Kaniyê rawestandine.
Komîteyê diyar kir ku malbatên di karwana yekem de vegeriyayî rastî destdirêjî û gefan hatine û kelûpelên wan hatine wêrankirin.
Hat gotin ku malbatên gihîştine bajêr niha di rewşeke gelekî metirsîdar de dijîn û gelek ji wan ji bo derketina ji herêmê li rêyeke ewle digerin û di vê çarçoveyê de banga destwerdaneke bilez ji bo parastina wan malbatan hat kirin.
Komîteyê bal kişand ser ku Hikûmeta Sûriyeyê, Tîma Serokatiyê û aliyên ewlehî û leşkerî yên hatine spartin berpirsiyar in di misogerkirina silametiya koçberan de.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku di derbarê van destdirêjiyan de lêkolîneke serbixwe û zelal bê vekirin. Di dawiyê de hat tekezkirin ku dosyeya Serê Kaniyê doza maf, rûmet û dadmendiyê ye û veger dê berdewam bike heta ku hemû koçber vegerin warên xwe û ewlehî û aramî bi temamî vegere bajar û gundewarê Serê Kaniyê.