Komîteya Yasayî ya Parlemantoyê hat hilbijartin
PeyamaKurd - Îro Parlemantoya Kurdistanê 9 endam ji 11 endaman bo Komîta Yasayî ya Parlemantoyê hilbijart.
Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê ragihand, li gor madeyên peyrewên navxwe yên Parlemantoyê, îro rûniştineke ne asayî ya Parlemantoyê birêve diçe, ji bo hilbijartina endamên Komîta Yasayî.
Komît Yasayî ji 11 endaman pêk tê, lê 2 endam ji bo pişka Firaksiyona YNKê hatin hîştin, ji ber ku parlemanterên YNKê beşdarî civînê nebûn.
Komîta Yasayî bi koma 73 dengên “Belê” hat hilbijartin, li hemberê jî 6 dengên “Na” hebûn.
Komîte bi vî awayî li ser firaksiyonan hat parvekirin: 4 endam ji Firaksiyona PDK, endamek ji Firaksiyona Tevgera Goranê, endamek ji Firaksiyona Komela Îslamî, endamek ji Firaksiyona Geşepêdanê ya Tirkmenan, endamek ji Firaksiyona Neviyên Nû, endamek ji pêkhateyên Kildan, Siryan, Aşûrî.