Kompaniya Kargoyê MNG: 'Me kargoya te radestî HDP PKKê kir'
PeyamaKurd - Welatiyê bi navê Reşat Akinci ji Batmanê bo Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi kompaniya kargoyê ya bi navê MNGê hinek evrak şandin. Dema evrak gihaştin cihê xwe MNGê ji Akinci re ev peyam şand, "kargoya te radestî HDP PKKê hatiye kirin."
Peyama ku MNGê ji welatî Akinci re şandiye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Şaxa Esatê ya Kompaniya Kargoyê ya bi navê MNG, dema evrakên Reşat Akinci gihaştin cihê xwe ev peyam ji Akinci re şand, wekî ku HDP û PKKê yek bin ango heman rêxistin bin.
“Brz. Akinci Şubeya me ya Esatê kargoya te di 2yê gulanê de radestî HDP PKKê kiriye”.
‘JI BER KU HDP JI ALÎYÊ DESTHILATÊ VE TÊ ÎLLEGALÎZEKIRIN, HINEKE DIN JÎ DIDIN PEY ŞOPA WAN’
Akinci diyar kir ku dema wî ev peyam dîtiye şok bûye. Akinci wiha axivîye:
“Kompaniya Kargoyê çawa û çima peyameke wiha şandiye? Divê mijar were lêpirsîn. HDPê sêyemîn mezintirîn partiya Tirkiyê ye. Dengên milyonan wergirtiye. Lê ji ber ku ji alîyê desthilatê ve tê îllegalîzekirin, hineke din jî didin pey şopa desthilatê.”
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku ji bo berpirsyar derkevin holê Komîsyona Hiqûqê ya HDPê hewildanên pêwist kirine.