TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurd dixebitin da parêzgeriya Kerkûkê pasde bistînin

Admin M
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2022 21:35

PeyamaKurd – Parlementera meclisa federal ya Bexdayê Necwa Hamid Kakeyî ragihand ku parlementerên Kurd yên Kerkûkê di derbarê parêzgerê Kerkûkê yê tayînkirî Reqan Cibûrî de reaporekî amade kirine, ji bo wî ji ser kar bigrin mijarê dê bibin meclisa federal û hukumeta Iraqê. Necwa Hamid got ku wê rewşa parêzgerên Kurdistanê yên ku di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne, ji nûh de gotûbêj bikin. Kakeyî  ji bo Rûdawê ragihandiye ku:

“Wekîlê parêzgerê Kerkûkê Reqan Cibûrî di 16 ê cotmeha sala 2017an de ji aliyê Bexdayê de hat tayînkirin. Kabîna serokwezîr Muhammed şiya el-Sudani bi guherandina parêzerê Kerkûkê Cibûrî re divê hinek meqaman jî biguhêre. Ji bo meqamê parêzgeriyê ji nûh de bidin Kurdan, wê bi Kurdan re lihev bikin. Wê YNK û PDK di mijara navê parêzgerê Kerkûkê de wê lihev bikin. Em namzedekî sadiqê xelkê Kerkûkê û bajarê Kerkûkê dixwazin.

Hatiye daxwaz kirin ku rewşa parêzgeriyên ciyên ku arîşê li ser wan hene yên weka Mûsil, Kerkûk û Diyalayê ji nûh de li ser wan biaxifin. Em ê wek nûnerên Kurd yên li Kerkûkê lihev bicivin, ramanên xwe yên di derbarê Cibûrî de binvîsin û ji parlementoyê re bişînin. Wê paşî bidin hukumeta Sûdanî.”

Piştî Reqan Cibûrî li Kerkûkê bû parêzer, xebatên DEAŞ ê nema rawestiyan, hêzên ewlehiyê bi DEAŞ ê re tênekoşiyan, polîs û leşker her roj dihatin kuştin, parêzgeh erdê cotyarên Kurd ji wan distîne û dide Erebên ne Kerkûkî, Kurda asîmîle dikin, baregehên partiyên Kurd digirt, heddê ruşwet û bertîlên ku di îhalan de û ji xelkê sitendiye tine.

Di hilbijartina borî ya Iraqê de Kurd li Kerkûkê ji 12 kursiyên parlementoya Bexdayê 6 kursiyan bidest xist. 2 yên PDK ê, 3 yên YNK ê û yek jî Newey Nwe kar kiribû. 6 kursiyên din Ereb û Turkmen qezenc kiribûn.

Parve bike: