Kurd dixwazin mecliseka dinê ya federal bê avakirin
PeyamaKurd- Parlementerên Kurd yên meclisa Iraqê teklîfa qanûnekî amade dikin da di meclisa Iraqê de qanûn derxin da weka sîstema Amerîkayê meclisa weka senatoyê li Iraqê bê avakirin. Li gor ragihandina Rûdawê; parlementerê PDK ê Dr. Mihemmed Şakir ragihandiye ku divê li gor qanûna Iraqê, li Bexdayê 2 meclis hebin û ev jî li gor xala 48an raste. Li gor qanûn; divê Meclisa Temsîlkaran û di asta bilind de jî Meclisa Federal ya Iraqê hebe.
Şakir got ku meclisa federal, roleka wê ya weka Senatoyê dê hebe her wekî çawa li Amerîkayê heye. Ev meclis dê mafên temamê milletên li Iraqê biparêze û wê rêxistina jor ya qanûnçêker be. Li gor gotina Şakir; ev 6 mehe parlementerên PDKê li ser dixebitin û xebata xwe li gelek qanûnên dewletên dinyayê nêrîne û teklîfa qanûn amade kirine. Wê di demeka nêz de teklîfê bidin meclisa Iraqê.
Eger ev qanûn di komîsyona destûrê de bê qebûlkirin, dê biçe meclisê û bo qebûl bibe pêdivî bi dengen parlementeran 2/3 heye.