TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurd ji rêvebiriya Kerkûkê têne paqijkirin!

Admin V
Nivîskar
📅 16 tebax 2018 14:34

PeyamaKurd- Piştî ku di 16ê Cotmehê de Hêzên Iraqî û Heşdî Şebiyê Herêmên Kurdistanê yên li derveyî Rêvebiriya Kurdistanê mane dagir kirin, 47 kursî ji destên Kurdan hatin derxistin.

Hukûmeta Iraqê û Heşdî Şebiyê piştî 16 Cotmehê di 47 meqaman de Kurd ji wezîfê derxistin û di cihê wan de Ereb û Turkmen bi cih kirin.

Serokê Meclîsa Xaniqînê Semîr Muhammed di derbarê mijarê de axivî û got ku ji ber ku li herêmê pêşmerge nîn in, gelê herêmê, ne memnûn e. Li Karatepe, Celewla û Mendeliyê gelek Kurd ji wezîfê hatin derxistin. Lê belê ji ber ku gelê Xaniqînê bi piranî Kurdên Şiî ne, hukûmeta Iraqê siyaseteke nerm li wir meşand.

Hat ragihandin ku li Mexmûrê Kurd ji wezîfê nehatine dûrxistin.

Berî 16 Cotmehê, li Kerkûkê di gelek meqamên rêvebirinê de Kurd hebûn. Lê piştî vê dîrokê di sêrî de Walîtiya Kerkûkê, gelek kursî ji Kurdan hatin derxistin.

Parve bike: