Kurdistan | 11 wefat û 688 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 688 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan jî wefat kiriye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Çarşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 688 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 275 kes li Hewlêrê, 111 kes li Silêmaniyê, 220 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 29 kes li Germiyanê û 29 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 957 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 430 kes li Hewlêrê, 209 kes li Silêmaniyê, 254 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 12 kes li Germiyanê û 22 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîştiye 363661 kesan, ya mirinan bûye 6492 kes û heta niha 346246 pêketiyên koronayê jî baş bûne.