TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | 17 kesên din ji ber koronayê can dan

Admin H
Nivîskar
📅 05 îlon 2021 20:26

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1679 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1679 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 576 kes li Hewlêrê, 804 kes li Silêmaniyê, 181 kes li Duhokê û 76 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2127 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê bi giştî gihîşt 301 hezar û 14 kesan, ya mirinan bû 5 hezar û 470 kes û heta niha 261 hezar û 351 kes jî baş bûne.

Parve bike: