Kurdistan | 19 wefat û 401 pêketiyên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 401 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan jî wefat kiriye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Duşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 401 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 53 kes li Hewlêrê, 319 kes li Duhokê, 29 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1655 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 550 kes li Hewlêrê, 445 kes li Silêmaniyê, 563 kes li Duhokê, 33 kes li Helebceyê, 51 kes li Germiyanê û 13 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara mirinan gihîşt 6 hezar û 38 kesan, ya pêketiyan bû 343631 kes û heta niha 315263 kes jî baş bûne.