Kurdistan | 23 kes mirin û 389 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 1ê Kanûnê ya derbarê rewşa vîrisa koronayê de ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 389 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 23 kes jî pê mirine.
Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin ku ji 389 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, 91 kes li Hewlêrê, 93 kes li Silêmaniyê, 170 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê, ne.
23 kesên can dane jî 5 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.
Herwiha hat diyarkirin ku di 24 demjimêran de 325 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê gihîşt 97005 kesan, ya mirinan bû 3169 kes û heta niha 60688 kes jî ji nexweşiya vîrusa korona baş bûne.