Kurdistan | 3 erdhej li Duhok û Kerkûkê çêbûn
PeyamaKurd – Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê da zanîn, îro Duşemê 3 erdhej li Duhok û Kerkûkê çêbûn.
Li gor Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir, îro demjimêr 00:43 erdhejek bi hêza 4.7 li bakurê rojhilatê Xurmatû li parêzgeha Kerkûkê rû da.
Herwiha eşkere kir, li parêzgeha Duhokê li nêzîkî sînorî Tirkiyê di demjimêr 00:38 erdhejek bi hêza 3.1 li parêzgeha Duhokê çêbû.
Di berdewamiyê de diyar kir, li parêzgeha Duhokê li nêzîkî sînorî Tirkiyê di saet 00:44an de erdhejekeke din jî bi hêza 4.6 li parêzgeha Duhokê çêbû.
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê bang li welatiyan kir ku bi hişyarî tevbigerin, xwe ji gotegot û nûçeyên derew dûr bigirin û pabendî fermanên erdhejê yên ku ji aliyê wan ve tên dayîn bibin.
Hat destnîşankirin, erdhej li bajarên din ên Herêma Kurdistanê û naverasta Iraqê jî hatiye hîskirin.
Ji aliyekî din ve, Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) a Tirkiyê diyar kir, erdhej li Colemêrg û navçeyên wê jî hatiye hestkirin.