TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | 3 mirin û 102 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2021 23:28

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin, 102 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî ji ber wê nexweşiyê wefat kiriye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 201 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên giştî li Herêma Kurdistanê gihîşt 380640 kesan, ya mirinan bû 7108 kes û heta niha 371958 kes jî baş bûne.

Parve bike: