Kurdistan | 7 kesan ji Koronayê can dan û 589 kesên din pê ketin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de 589 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 7 kesan can dan.
Li gor Wezareta Tendirustiyê bi daxuyaniyekê ragihand; di 24 saetên borî de, 589 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 76 kes li Hewlêrê, 239 kes li Silêmaniyê û 225 kes li Duhokê, 39 li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.
Herwiha hat diyarkirin, di nav 24 saetan de 7 kesan can dane, ku ji 1 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ne.
Wezaretê da zanîn, di 24 saetan de 791 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî: Pêketin: 171873, Mirin: 4302, Başbûn: 158624
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.