Kurdistan | 8 wefat û 984 pêketiyên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand di 24 kudemjimêrên borî de 984 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 984 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 273 kes li Hewlêrê, 293 kes li Silêmaniyê, 388 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê û 25 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 3 kes li Duhokê ne.
Wezaretê eşkere kir, di 24 demjimêran de 648 kes ji baş bûne ku ew jî 94 kes li Hewlêrê, 210 kes li Silêmaniyê, 325 kes li Duhokê, 19 kes li Germiyanê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 190385 kesan, ya mirinan bû 4518 kes û heta niha 177210 nexweşên korona jî baş bûne.