Kurdistan | Amarên dawî yên rewsa Covid-19 hatin eskerekirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 13ê Kanûnê ya li ser rewşa dawî ya nexweşiya Covid-19 de ragihand ku di 24 saetên borî de 9 kesan can daye û 167 kesên din jî bi koronayê ketine.
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku ji 167 kesên dawî bi vîrûsa Koronayê ketine 52 kes li Hewlêrê, 39 kes li Silêmaniyê, 65 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê û 7 kes li Germiyanê ne.
9 kesên wefat kirine jî 3 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê û û di nav rojekê de bi tevahî 158 nexweşên korona jî baş bûne.
Bi ragihandina van amarên dawî re, hejmara pêketinên koronayê li seranserê Herêma Kurdistanê gihîşt 100 hezar û 296 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 291 kes û heta niha 64 hezar û 589 nexweş jî baş bûne.