TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | Measê zêdetirî 16 hezar kesên neyasayî mûçe distînin tê qutkirin

Admin H
Nivîskar
📅 04 mijdar 2020 00:03

PeyamaKurd - Lijneya Bilind a Biyometriyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, zêdetirî 16 hezar kes mûçeyekî zêdetir bi awayekî neyasayî werdigirin û biryara ragirtina mûçeyên wan hatiye dayîn.

Lijneya Bilind a Cîbicîkirinê qonaxa duyema biyometriyê îro 3yê Mijdarê bi serperiştiya Cîgirê Serokwezîrê Qubad Talabanî û amadebûna wezîrê darayî û aborî civîna duyem pêk anî.

Hat ragihandin ku di civînê de, Fermangeha Hemahengî û Pêdaçûn û Fermangeha Teknolojiya Zanyariyê, raportek  derbarê firemûçeyiyê de pêşkeş kir ku li gor wê raportê 106 hezar û 839 kes zêdetir ji mûçeyê werdigirin.

Herwiha li gor wê raportê derketiyê holê ku 16 hezar û 505 kes mûçeyên neyasayî werdigrin û Lijneya Bilind a Biyometriyê di çarçoveya yasaya çaksaziyê herdu Wezaretên Darayî û Aboriyê raspartin ku ew mûçe bên qutkirin.

Parve bike: