TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan - Urdin | Mesrur Barzanî li Emanê hat pêswazî kirin

Admin H
Nivîskar
📅 01 adar 2020 21:26

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt Eman a Paytexta Urdinê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serokatiya şandeke hikûmî û bi vexwandineke fermî, serdana Urdinê dike û bi Şah Ebdulahê Duyem re dicive û hat ragihandin dê guftûgo derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê bên kirin.

Şanda bi Serokwezîr re, ji Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Karêbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Ebdula Hacî Mehmûd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî pêk tê.

Parve bike: