Kurdistan
Kurê Pêsewa Qazî Mihemed, Elî Qazî koça dawî kir
PeyamaKurd - Kurê Serokomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî li bajarê Bonn ê Almanyayê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Kurê damezrîner û serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Elî Qazî Mihemed di temenê 89 saliyê de koça dawiyê kir.
Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed û serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bû.
Elî Qazî sala 1933yan li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Dayika wî Mîna xanim e. 5 zarokên Elî Qazî hene.
Îro (10.07.2022) Elî Qazî Mihemed li bajarê Bonnê yê Almanya di temenê 89 saliyê de ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.