Kurdistan
Lahor dixwaze derbeyê li Kosret Resûl bike
PeyamaKurd - Lahor Şêx Cengî hewl dide ku derbeyekê li dijî Kosret Resûl bike û desthilata partiyê bixe destê xwe.
Li gor çavkaniyeke pêbawer ji nav YNKê, malbata Talebanî digel komeke nav partiyê hewla wê yekê dide ku berî hilbijartinê kongreyek çêbibe û desthilat ji Kosret Resûl bê girtin.
Li gor çavkaniyê di çêkirina lîsteya namzedan de jî malbata Talebanî gelekî hêrs bûye û zext li Kosret Resûl kirine ku Qubad Talebanî bibe serokê lîsteyê.
Halê hazir Lahor xebatê dike ku bi derbeyekê Kosret Resûl bi temamî ji erka Cîgirê Sekreterê Giştî dûr bixe.