TR KU SO
FB X
Kurdistan

Lavrov: Amerîkayê berî êrîsê bi 4-5 deqeyan em agahdar kirin

Admin H
Nivîskar
📅 26 sibat 2021 22:17

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li ser êrîşa balafirên şer ên Amerîkayê ku li Sûriyê milîsên îranî kirin armanc daxuyanî da û got, “Li gorî hin agahiyên ji me re hatine, Amerîka derketina ji Sûriyê nafikire.”

Wezîrê rûsî diyar kir ku demên dawî ji çavkaniyên cuda agahî ji wan re tên û got, “Em meraq dikin, gelo Amerîka heta ku li Sûriyê kevir li ser kevir nemîne wê qet biryara derketinê nede.”

Lavrov herwiha li ser êrîşa şeva borî ya Amerîkayê bi ser milîsên îranî de jî ragihand, Amerîkayê beriya 4-5 deqeyan agahiya êrîşa li Sûriyê daye wan û got, ti wateya wê nîne ku dema êrîşê agahiyê bidin û hebûna Amerîkayê li Sûriyê jî wekî nerewa û derveyî hiqûqê bi nav kir.

SOHR: Piraniya kuştiyên êrîşa Amerîka ji Heşda Şeibî û Hizbûllaha Iraqê ne

Parve bike: