TR KU SO
FB X
Kurdistan

Leskerê li Hekkariya birîndar bû, mir

Admin M
Nivîskar
📅 09 hezîran 2019 01:41

PeyamaKurd- Di 4 ê meha gulanê de, PKKê bi roketan li baregeha leşkerî ya bajarê Hekkariya dabû, 3 leşker hatibûn kuştin û pirsporê çawîş yê bi navê Celal Hayta birîndar bûbû. Birîndar biribûn Ankara nexweşxana GATA yê û li GATAyê dihat tedawîkirin.

Lê tedawî têra wî nekir û mir. Cenazê wî sibê dê bibin memleketê wî Adapazarıyê lê berya wê dê li ber GATA yê merasimeka cenaze bê kirin.

Parve bike: