TR KU SO
FB X
Kurdistan

Leskerekî Tirk li Metînayê hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 13 tebax 2021 13:30

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, di operasyona “Pençe-Brûsk” de li Metînayê, bi hawînan leşkerekî wan ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê, roja 12ê Tebaxê di saet 23:35ê şev de, li ser Twitterê da zanîn, li devera operasyonê ya Pençe-Brûsk ku dikeve nav sînorê axa Herêma Kurdistanê, gerîlayên PKKê bi hawanan êrîşek pêk anîne û di encamê de leşkerek birîndar bûye.

Li gor Wezaretê, leşkerê birîndar rakirine nexweşxaneyê, lê ji ber dijwariya birînan li nexweşxaneyê can daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha di daxuyaniyê de destnîşan kiriye, ku wan demildest bersiva êrîşa gerîlayên PKKê dane û li gor agahiyên destpêkê, 3 gerîlayên PKKê jî can dane.

Li aliyê din, derbarê wê êrîşê de heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê PKKê ve nehatiye belavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsanê ve operasyoneke berfireh li herêma Kanî Masê ya dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin ku heta niha berdewam e û rojane ew herêmên sînorî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbaran û bombebarankirin.

Parve bike: