Kurdistan
Leskerekî Tirkiyê di operasyona “Pence-Kilîd” de hat kustin
PeyamaKurd – Leşkerekî Tirkiyê yê di operasyona “Pence-Kilîd” di nav axa Herêma Kurdistanê de birîndar bibû, li nexweşxaneyê can da.
Li gor HPGê ku baskê serbazî yê PKKê ye dibêje, di encama çalakiyên 26 û 27ê vê mehê yên gerîlayên wan de 49 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî da zanîn, leşkerekî wan ê bi navê Halîl Îbrahîm Yîgît ku roja Yekşemê 27ê Mijdara 2022an li devera operasyona Pence Kilîd a li nav axa Herêma Kurdistanê, di encama çalakiyeke gerîlayên PKKê de birîndar bibû, do roja Duşemê 28ê Mijdara 2022an li nexweşxaneyê miriye.