TR KU SO
FB X
Kurdistan

Leskerên Îranê Sîdekanê topbaran kirin

Admin M
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2019 02:07

PeyamaKurd- Yekîneyên toavêj yên Îranê, îro li dora nîvro bi topên hawanê û katyûşan gundên bi ser Sîdekan a başûrê Kurdistanê topbaran kirin. Di encama topbaranê de keçeka bi navê Zeytûn Qadir hat kuştin û du bira yên bi navên Sîrwan û Îsmaîl Qadir giran birîndar bûn.

Li gor ragihandina rêvebirê nahiya Sîdekan Îhsan Çelebî bo Rûdawê ragihandiye ku gundên der û dora çiyayê Berbizin hatine topbaran kirin. Gundên bi navên Dere, Dasiniya, Telan, Beqepûşk û Dostana hatine topbarankirin.

Parve bike: