TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 12 gundên navçeya Xîzan a Bedlîsê qedexe hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 07 hezîran 2021 02:47

PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, li 12 gund û mezrayên navçeya Xîzanê qedexeya derketina derve ragihand. Hat zanîn ku qedexe bi mebesta destpêkirina operasyonekê li dijî PKKê hatiye ragihandin.

Walîtiya Bedlîsê ragihand ku qedexe îro 6ê Hezîrana 2021ê destpê dike û heta fermaneke duyem berdwam dibe.

Hat diyarkirin ku qedexe wê li gundên Patyar, Kemalan, Hêgin, Endiyanis, Harmusê, Olçulu, Kamsar, Sidres, Biro, Sêz, Aktay û Karalê be û hişyarî bo welatiyan hat dayîn, pabendî biryarên qedexeya çûnûhatinê bibin û di demên pêwîst de ji bo derketina derve destûrê bixwazin.

Li gorî biryarê wê kesên qedexeyê binpê bikin werin cezakirin.  

Parve bike: