TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê bi besdariya karkerên 14 bajarên Bakur mîtîngek hat lidarxistin

📅 23 berfanbar 2019 17:44

PeyamaKurd - Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê li bajarê Amedê bi dirûşma "Ji bo aşitiya civakê û jiyaneke mirovane emê demokrasiyê saz bikin" mitîngeke bi beşdarbûna nêzî 1000 endam, alîgir û nûnerên konfederasyon û sendîkayên karmendan hate lidarxstin û nûnerên karmendan di mitîngê de daxwaza demokrasiyê kirin.

'Karkerên 14 bajarên Bakur li Amedê civiyan'

Mîtîng bi beşdariya karkerên 14 bajarên Bakurê Kurdistanê li Amedê li Qada Stasyonê ya Amedê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê girseyî hate kirin. Konfederasyon, sendîka, yekîtiyên jûrên pîşeyan yên wek KESK, TMOOB, DISK û TTB bi kortejan ketine nav qadê. Ji bo ewlehiya mitîngê Parêzgariya Amedê 2000 polîs hatibûn peywirdarkirin.

Di mitîngê de dirûşma sereke “ji bo aşitiya civakê û jiyaneke mirovane emê demokrasiyê saz bikin” bû.

‘Peyama me ji bo hemû parçeyên Kurdistanê ye’

Serokê Sendîkaya Perwerdekaran a Amedê, Abbas Şahîn ragihand: “Em dizanin ku xebatên yekîtiya netewî têne meşandin, em jî wek kedkar dibêjin êdî roj roja yekîtiya çar parçeyê welatê me ye; peyamê me yê îro ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye; ji bo hemû parçeyên Kurdistanê ye.”

‘HDP jî tevlî mitînga karkeran bû’

Hevserokê HDPê yê Şaxeya Amedê, Zeyad Ceylan da xuyakirin: “Em wek HDP ji bo piştgirî bidin kedkarên xwe li vê derê ne, daxwazên wan di heman demê de daxwazên me ne jî, daxwazên karkerên me ewên ku keda wan bê hesibandin û herwisa me îro li vê derê dît ku helwestek li hember polîtikayên şer tê nîşandan.”

‘Qeyûm, azadî, wekhevî, êrişa Rojava mijarên mîtîngê bûn’

Babetên wek danîna qeyûman li ser şaredariyan, azadî, wekhevî, şerê Rojavayê Kurdistanê, bertîl û şert û mercên jiyana karkeran jî di mitîngê de hatin gotûbêjkirin.

Sekreterê Amedê yê  Lijneya Kordînasyonê ya TMOOBê, Dogan Hatûn dibêje: “Divê ku em wek Kurd yekîtiya di qada siyasetê de ku me ava kir, di nav rêxistinên karkeran de jî dabîn bikin ev berpirsyariya me hemûyan e; herwiha tenê ev berpirsyariya Bakur nîne yê me hemû karkerên Kurdan e.” 

Beşek xelkên Amedê jî ji bo palpiştiya karkeran tevlî mitînga demokrasiyê bûn. Karkerên ku li Amedê bi daxwaza demokrasiyê kombûn li ber stranan govend gerandin.

Parve bike: