Kurdistan
Li Amedê di qata 8an de şewat derket: 7 kesan rizgar kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Reza di apartmanekî de di qata 8an de şewat derket. Li ser agahdarkirina îtfaiyê û polîsan dema çûn ciyê şewatê, 7 kesên ku di nav agir de asê mabûn, tîmên îtfaiyê wan rizgar kirin. Tîmên tenduristiyê li ciyê rûdanê 5 kesan derman kirin
Tîmên şewatê karibûn şewatê vemirînin û niha li ser sedema derketina şewatê xebat dewam dikin.