TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê teqînek çêbû: Kustî hene!

📅 08 nîsan 2020 14:22

PeyamaKurd – Li navçeya Pasûra ser bi Amedê ve teqînek çêbû û di encama wê teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Walîtiya li taxa Hevêdan a Pasûr girêdayî Amedê, bi wesayîtekê de bombeyeke bi destan hatiye çêkirin hat teqandin û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê teqîn piştrast kir û ragihand ku îro danê sibehê saet 06.30an teqînêkê rûdaye. Li gorî daxuyaniyê, gundî ji bo birîna daran çûne daristanê û rastî êîşekê hatine. 

Walîtiyê teqez kir ku di wê teqînê de 5 ke bûne qurbanî û berpirsyariya teqînê xist stûyê PKKê.

Hêjayî gotinê ye ku heya niha PKKê derbarê vê yekê de daxuyaniyek nedaye û berpirsyarî negirtiye ser xwe.

Parve bike: