TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amerîkayê kesekî ku navendek ji bo rahênana ji DAISê re vekiriye hat girtin

Admin L
Nivîskar
📅 27 tebax 2022 17:05

PeyamaKurd – Li Amerîkayê kesekî ku navendek ji bo rahênana ji çekdarên DAIŞê re vekiriye hat girtin.

Li gor Wezareta Dadê ya Amerîkayê diyar kir, li eyaleta New Mexico, kesek bi tohmeta vekirina navendek ji bo rahênana kesên ku dixwazin biçin nav rêzên DAIŞê hat desteserkirin, di wê navendê de li ser planên taktîkî û berevaniya xwe, hinek kes rahênan kirine û alîkariya maddî daye.

Herwiha Wezareta Dadê ya Amerîkayê da zanîn, 23ê Tebaxa 2022yan de ew kes hatiye desteserkirin ku navê wî Herman Levon Wilson e û temen 45 salî  û bi navê Bîlal Ebdullah tê nasîn.

Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, Herman Levon Wilson bi pêşkêşkirina alîkariya maddî ji bo rêxistinên terorîst ên biyanî tohmetbar e û bi rêya vekirina navendeke DAIŞê li eyaleta New Mexico, xwestiye kesên ku dixwazin ji Amerîkayê biçin nav rêzên DAIŞê rahênan bike.

Herî dawî hat destnîşankirin, Wilson li ser plana encamdana çend êrîşan li Amerîkayê bi rêya înternetê axiviye.

Parve bike: