TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amirlî êrîşa asmanî: Baregeha Heşda Şeibî hat bombebaran kirin

Admin İ
Edîtor
📅 26 adar 2026 16:06

PeyamaKurd - Îro roja Pêncşemê (26ê Adara 2026an), li bajarokê Amirlî yê parêzgeha Selahedînê, baregeha Tabûra 1’emîn a Lîwaya 63yan a Hêzên Heşda Şeibî rastî êrîşeke asmanî hat.

Li gorî nûçeya ku tora Kurdistan24 (K24) ji çavkaniyekî ewlehiyê yê li Tûzxurmatû girtiye, balafirên şer xalên taybet ên hundirê baregehê rasterast hedef girtine. Heman çavkaniyê îdia kir ku balafira ku ev operasyon pêk aniye aîdî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bûye.

Raportên destpêkê yên ji qada rûdanê nîşan didin ku di vê bombebaranê de tu kes nehatiye kuştin û tu birîndar jî nîn in. Lê belê hat ragihandin ku ziyaneke berbiçav a maddî gihîştiye avahiya baregehê. Piştî êrîşê, tîmên ewlehiyê li herêmê ketin nav amadebaşiyê û ji bo rêgirtin li her cûre alozî yan jî êrîşên nû, tedbîrên ewlehiyê gihandin asta herî bilind.

Ev êrîş di demekê de pêk tê ku li herêmên bakur û rojhilatê parêzgeha Selahedînê tevgerên leşkerî bi awayekî berçav zêde bûne. Tevî ku nûçeya bombebaranê di medyaya herêmî de deng veda, heta niha ne ji aliyê Hêzên Heşda Şeibî û ne jî ji aliyê Wezareta Parastinê ya Iraqê ve tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Her wiha heta niha tu alî bi fermî berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe.

Parve bike: