Kurdistan
Li Amûdê baregeha PDK-Sê hat sewitandin
PeyamaKurd – Baregeha Rêxistina Amûde ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) îro nîvê şevê hat şewitandin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêxistina Amûdê ya PDK-Sê bi daxuyaniyekê da zanîn, îro saet 1:00 (piştî nîvê şevê) baregeha Rêxistina Amûde ya PDK-Sê, rastî êrîşekê hat. Kelûpelên di hundirê wê de hatin şikandin û pişt re jî hat şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, agir bi hevkariya cîranan û hin endamên PDK-Sê ve hat vemirandin.
Di çend salên borî de, gelek caran nivîsgehên PDK-Sê û ENKSê li Rojavayê Kurdistanê hatibûn şewitandin û berpirsên PDK-Sê û ENKSê jî, rêxistinên ser bi PYDê ve û bi taybet Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wan êrîşan tohmetbar dikin.