Kurdistan
Li Ardahanê qedexê danîn ser 350 malperên înternetê
PeyamaKurd – Parêzgeha Ardahanê bi daxwaz û xebata beşa rêvebiriya bi sûcên sîberî re ya bi ser alaya cendirmeyan, parêzgehê qedexê danî ser 350 malperên ku ne rewane. Di nava sûcan de xapandin, bahîsa qumarê, fûhûş û yên propoganda siyasî dikin hene.
Tesbîta malperan di meha Cotmehê de hatiye kirin û hinek malperên ku xwestine perê xelkê ji wan bistînin, astengiyan danîne pêşiya wan û perê xelkê hatiye îadekirin.