Kurdistan
Li Babê êrîsa mosekî: 13 kes hatin kustin, 40 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Çarşemê li bajarê Babê yê bakurê Rojhilatê Helebê yê Sûriyê êrîşeke moşekî pêk hat ku gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gorî zanyariyan di êrîşa moşekî ya navenda Babê kiriye armanc de, 13 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûne. Hin çavkanî jî dibêjin, li navenda bajêr otomobîlek hatiye teqandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bajarê Babê yê Sûriyê di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar de ye.
Li gorî nûçeyên çavkaniyên medya Tirkiyê êrîşa ser bajarê Babê ji aliyê hêzên Kurd ango YPGê ve hatiye encamdan.