Kurdistan
Li Babîla Iraqê teqînek çêbû: 28 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Babîlê yê Iraqê di encama teqandina motosîkleteke bombebarkirî de 28 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmî, li navçeya el-Miseyib a girêdayî bajarê Babîlê yê Iraqê, li bazara gel motosîkleteke bombebarkirî teqiya.
Li gorî zanyariyên pêşîn, di encama teqandina motosîkletekê de 28 kes birîndar bûn.
Piştî teqînê korîdoreke ewlekariyê hat çêkirin û birîndar bo nexweşxaneyan hatin sewqkirin.
Hat zanîn ku rewşa hin birîndaran giran e.