TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Bedlîsê 3 bira ketin ava newalê, yek fetisî û yek jî wenda ye

Admin M
Nivîskar
📅 29 hezîran 2026 20:31

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîs a Bakûrê Kurdistanê li navça Motka (Mutki) 3 bira ketin ava newalê, yek ji wan fetisî, yek ji wan wendaye û yê din jî bavê wî ew rizgar kir.

Zarokê ku ketiya ber pêla avê niha lê digerin da wî peyda bikin. Rûdan seet li dora 16.00an de li gundê Sixûndê (Yazıcık) çêbû.

Zarok bi bavê xwe Bakır Şeflek re çûn kenarê newalê. Fatih (13), Aziz (12) û Enes Şeflek (11), ji bo xwe hînik bikin ketin avê. Bav Bakır Şeflek dît ku zarok di nav avê de dipirpitin.

Bav Bakır Şeflek xwe avête nav avê û Fatih ji avê derxist. Bav kurê xwe yê dinê Enes jî ji avê derxist lê Enes jiyana xwe ji dest da. Aziz ket ber pêlên avê û wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê, cendirmeyan çûn ciyê rûdanê û li Aziz Şeflek digerin û gundî jî destekê didin tîman.

Parve bike: