TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Bedlîsê 6 kes hatin binçavkirin

Admin M
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2019 00:49

PeyamaKurd- Navenda operasyonê Bedlîs li sê bajaran bo ser gumanbarên PKK/KCK ê ji aliyê tîmên antîterorê de yên bi ser asayîşa Bedlîsê operasyon kirin û di encamê de 6 kes hatin binçavkirin. Ragihandin ji aliyê navenda çapemeniyê ya parêzgehê de hat kirin.

Tohmeta ku bo her 6 an têkirin ew e ku propogandeya “rêxistina terorê kirine” û operasyon li Bedlîs,Tetwan û Motka hatiye kirin. Bajarên din yên ku heman operasyon li wan hatiye kirin Îstenbol û Mersîn in. Di operasyonan de alavên dîjîtal ketine dest lê naveroka wan nehat diyarkirin.

Parve bike: