Kurdistan
Li bajarê Bûkanê 2 Kurdên bi navên Kiyanuş Muhammedî û Riza Marûfî Aghdam xistin bin çav
PeyamaKurd – Sîxwurên Îstîxbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Bûkanê di heman wextê de avêtin ser 2 Kurdên bi navên Kiyanuş Muhammedî (26) û Riza Marûfî Aghdam (58) xistin bin çav.
Kes nizane bi çi tên sûcdarkirin û wan birine ku derê. Li gor dezga mafên mirovan Hengawê; di 13e Cotmeha 2026an de, seet di 06.00an de avêtine ser malên wan û wan girtine.