Kurdistan
Li bajarê Mûsê operasyon
PeyamaKurd- Li bajarê Mûşê ya bi ser bakûrê Kurdistanê, operasyona PKK/KCK ê hat kirin û 21 kes hatin binçavkirin.
Li gor ragihandina parêzgehê; operasyon ji aliyê hêzên asayîşê de hat kirin. Di ser medya civakî de parêzgeh ragihand ku bi sedema “propaganda rêxistinê hatiye kirin, di xwepêşandanan de li dijî dezegeyên dewletê bi kevir û daran êrîş kirine û lastîkan şewitandine, di 14-15 ê tebaxê de operasyon hatine kirin û 21 kes hatine binçavkirin.
Lêpirsîna binçavkiriyan li asayîşê dewam dike.